23:55 nûkirina paşiyê
Ji Bo Bûltena Bianetê Bibe Abone
facebook twitter rss youtube
  • BİANET
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Özel Dosyalar
  • BİAMAG
    1. Anasayfa
    2. Yazılar
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Bia Kitaplığı
  • KURDÎ
    1. Destpêk
    2. Nûçe
    3. Nivîskar
    4. Galerî
    5. Têkilî
  • ENGLISH
    1. Homepage
    2. News-Articles
    3. Bylines
    4. Galleries
    5. About Us
  • KADIN-LGBTİ
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Erkek Şiddeti-Çetele
    4. Şiddete Uğrarsanız
    5. Bağlantılar
  • ÇOCUK
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Çocuklardan
    5. Bağlantılar

Lîsteya Nûçeyan

  • Bianet
  • Biamag
  • Kurdî
  • English
  • Kadın
  • Çocuk

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne

Xêz: Zeynep Ozatalay 

Semîh Ozakça dersdêrek e ku 204 roj in ji ber ew ji karê wî hatiye avêtin di greva birçîbûnê de ye. 23yê Gulanê ew hat girtin û ji wê demê ve di girtîgehê de dimîne

Ozakça li Girtîgeha Sîncanê ye. Ew li Girtîgeha Sîncanê hat dadkirin. Nûrîye Gûlmen digel Ozakçayî dest bi grevê kiribû, ji ber ku ew li Nexweşxaneya Nimûneyê dimîne ew ji bo dadkirinê nehat anîn.

Dadgeha Cezayên Giran a 19. a Enqereyê di 14ê Îlonê de diyar kiribû ku ji ber kêmasiya karmendên ewlehiyê û îhtimala ku dersdêr bêne revandin dadkirina wan hat paşdedan. 

Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Metîn Bakkalci wek şêwirmend beşdarî dadkirinê bû. Wî eşkere kir ka çi tesîrên greva birçîbûnê li mirovan dibe û mûdaxele tesîreka çawa li wan dike.

Bi biryara dadgehê bi tenê 30 kes beşdarî dadkirinê bûn.

Bixwîne – Dersdêrên di greva birçîbûnê de

“Li ber çavan hin kes têne kuştin. Ma we ji zû ve qelem neşkandiye. Ev şano ji bo kê ye.

“Ez yek ji wan kesan im ku bi rûmeta xwe li pey peydakirina nanê xwe bûm. Nanê me ji destê me hat derêxistin.

“Biryara xwe bidin bila perdeya şanoyê bê girtin.”

Çi bûbû?

Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.

Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.

Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.

Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.(BK/MB)

Semîh Ozakça: Biryara xwe bidin, bila perdeya şanoyê bê girtin
Semîh Ozakça dersdêrek e ku 204 roj in ji ber ew ji karê wî hatiye avêtin di greva birçîbûnê de ye. 23yê Gulanê ew hat girtin û ji wê demê ve di girtîgehê de dimîne
Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê 28 Îlon 2017, Pêncşem 15:24
Vê nûçeyê bi maîlê parve bike.
Kapat

Miftegotin

  • dadgeh
  • semih özakça
  • Semih Ozakça
  • Semîh Ozakça
  • Dersdêrên di greva birçîbûnê de

Nivîsên Pirxwendî Yên Îro

  • Xebatkarên medyaya bi biryarnameyan hatîn girtin Xelata Mûsa Anterî stand 20 Îlon 2017
  • Parêzer jî tê de kesên li cemgehê hatin girtin 20 Kanûna Paşiyê 2016
  • Rûsya: Bersiva êrîşeke nû wê dijwartir be 16 Nîsan 2018
  • Polîsan hevseroka rêxistina Kadikoyê ya HDPyê desteser kir 20 Kanûna Paşiyê 2017
  • Sîmir Rûdan: Albûmçêkirin belko ji zarokçêkirinê zehmettir be 27 Çiriya Paşiyê 2017
  • BİANET
  • BİAMAG
  • KURDÎ
  • ENGLISH
  • KADIN-LGBTİ
  • ÇOCUK
YeniHayat Bilişim

Ev malper ji aliyê Weqfa IPSyê ve, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA), bi projeya ‘Rojnamegeriya ji bo gelan, azadiya ji bo rojnamegeran’ a bi kurtenavê BİA3yê weşanê dike. Berpirsa naveroka malperê bi tenê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, bi ti awayî SIDA ne berpirsa naverokê ye.