HDPê ji bo 110 îmzeyan careke din bangî hemû parlementeran kirin

Piştî ku qanûna ji bo rakirina parêzbendiyan hat erêkirin û ket mecriyetê, HDPê jî daxuyanî da ku ew dê serî li DMMEyê bide. HDPê ji bo serlêda DMê jî careke din bo îmzedayînê bangî parlementeran kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî

HDPê derbarê erêkirina qanûna ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran de daxuyanî da.

Li dijî wê qanûnê ji bo ku li Dadgeha Makeqanûnê îtiraz were kirin divê 110 îmze were dayîn. Di wê daxuyaniya HDPê de jî careke din bangî li hemû parlementeran hat kirin ku ji bo serlêdanê îmze bidin.

HDPê herwiha ragihand ku him bi ser navê partiyê him jî ji bo her wekîleke wan dê cuda cuda serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bidin.

‘Bi îxlalkirina mafan, ber li siyasetê tê girtin’

HDPê dadxuyaniya xwe de wiha got: ‘Di vê rewşa heyî de bi awayekî zelal li holê ye ku mafê xweîfadekirinê, mafê dengdanê, mafê parastinê û serlêdanê hatine binpêkirin. Ji ber wan mafên ku hatine îxlalkirin, ber li siyasertê tê girtin û avakirina aştiyê jî dijwartir dibe.’

‘Dê serî li DMMEyê were dayîn’

‘Bi rakirina parêzbendiya parlementeran hewl didin kuı bi arîtmetîka meclisê bilîzîn û ji bo xeyala sîstema seroktiyê HDPê ku li dijî wê yekê ye, ji meclisê dûr bixin. Lêbelê qada siyaseta HDPê ne tenê li meclisê ye û ji ber vê jî ew bi ti awayî nagihêjin armanca xwe.’

‘Bi vê wesîleyê, ji bo li dijî qanûna rakirina parêzbendiya parlementeran de serlêdana bo îtirazê li DMê were kirin, hewce ye ku herî kêm 110 îmze bête dayîn. Ji bo îmzedayînê em careke din bangî hemû endamên meclisê dikin.’

‘Herwiha ji ber ku azadî û mafên me hatine binpêkirin, him bi ser navê partiya xwe him jî yek û yek bi ser navê parlementerên xwe em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.’

(BK/YO)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

08 Hezîran 2016, Çarşem