Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?

Komeleya Sarmaşikê di 22ê Mijdara 2016an de bi KHKya hejmara 677an ve hat girtin, 32 hezar însanên ku alîkarî ji wan re dihat dayîn mexdûr bûn.

Komeleya Sarmaşikê 11 sal berê li Amedê ji bo lêkolîna kesên rewşa wan a aborî nebaş in, hatibû avakirin.

No

Nav û Paşnav

SAZÎ

1

Osman Baydemir

Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê (Niha Parlementerê Rihayê yê HDPê ye)

2

Mehmet Şerif Camci

Şêwirmendê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê (Niha Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Sarmaşikê ye)

3

Kutbettin Arzu

Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê (Serdemek bû parlementerê AKPê)

4

Raif Turk

Serokê DISIADê

5

Sezgin Tanrikulu

Serokê Baroya Amedê yê bere

(Niha Parlementerê Stenbolê yê CHPê ye)

6

Ahmet Fikret Ocal

Serokê bere yê MUSIADê

7

Şah Îsmail Bedirhanohlu

Serokê GUNSIADÊ

8

Alican Ebedinoglu

Serokê DESOBÊ

9

Abdul Kadir Akboz

Serokên GUNGIADê

10

Fahrettin Akyil

Serokê Borseya Bazirganiyê

11

Îlhan Diken

Bijîşk- Serokê Odeya Tabîban

(wefat kir)

12

Mehmet Selim Olçer

Bijîşk- Serokê Giştî yê Yekîtiya Tabîban yê berê.

13

Cemal Mercan

Endamê Desteya Rêveberiya DISIADê

14

Haydar Kiliçoglu

Dersdêr

15

Mehmet Işiktaş

Emekdar

16

Fuat Hayri Demir

Parêzer- Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdalê yê bere

17

Ali Akinci

Serokê KMMê yê Şaxa Amedê yê bere

18

Celalettin Birtane

Xwedîkargeh

19

Abdulkadir Aydin

Cotkar

20

Ali Oncu

Berdevkê Platforma Demokrasiyê

21

Muharrem Erbey

Serokê KMMê yê Şaxa Amedê yê berê – niha parêzertî dike.

22

Cavit Ceylan

Mudirê Xizmetên Civakî

23

Fahrettin  Çagdaş

Sekretêrê berê yê TMMOB IKKê

24

Necdet Ipekyuz

Bijîşk-Endamê Desteya Rêveberiya THİVê

25

Mahmut Ortakkaya

Bijîşk

26

Süleyman Gökalp

Malî Muşavir

27

Mehmet Kiziltepe

Serokê Keyayên Başûrê Rojhilatê

28

Sait  Şanli

Serokê Odeya Qesaban (Wefat kir.)

29

Ali Rıza Yıildiriım

Pisporê Xizmetên Civakî

30

Makbule Altintaş

Yerel Gundem 21

31

Naşide Buluttekin

Nûnera Koperatîfa Jinên Umut Işigiyê

32

Fuat Kumruaslan

Emekdar

Lêbelê ji ber rewşa nebaş, komeleyê dest bi hevgirtina bi kesên feqîr dike. Sarmaşik di dawiya sala borî de hat girtin.

Di 22ê Mijdara 2016an de bi KHKya hejmara 677an ve ligel 550 komele, 9 saziyên medya û 19 saziyên taybet ên tenduristiyê Komeleya Sarmaşikê jî hat girtin.

Yek ji wan komeleyên ku ji ber girtinê bertekên tund hat nişandan Sarmaşik bû. Ji ber ku piştî komele hat girtin, alîkariya li 5 hezar û 400 malbatan dihat dayîn qut bû û ew kes niha bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Di dosyeya me de xebat û pêkanînên 11 salan a komeleyê û mexdûriyetên piştî biryara girtinê heye.

32 kesên navdar komeleyê damezirand

Navê komeleyê yê rastî Komeleya Pêşxistina Herdemî û Li Dijî Xizaniyê ya Sarmaşikê ye.

Di Avrêla 2006an de li Amedê hat damezirandin. Lîsteya lijneya damezirênerên komeleyê jî “pirreng” bû.

Selahattîn Demirtaş ku wê demê Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê, Kutbettîn Arzu ku wê Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê bû û demekî bû parlementerê AKPê jî.

Osman Baydemîr ku wê demê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû û niha jî Parlementerê Rihayê yê HDPê ye.

Sezgîn Tanrikulu ku wê demê Serokê Baroya Amedê bû û niha jî Parlementerê Stenbolê yê CHPê ye. Ev kesana ji bo damezirandina komeleyê hatibûn cem hev.

Lîsteya lijneya damezirêner ku ji 32 kesên nûnerên saziyan jî tê de bû (tablo1) hat diyarkirin û piştre hin kesên ji wan di Tirkiyeyê de hatin naskirin.

Tiştek hevpar hebû ku hemû kesên di lîsteyê de ji Amedê bûn û dixwastin xizaniya li bajêr bi dawî bibe.

Mebestên komeleyê wiha hatibû rêzkirin:

1- Wê ji bo dawîbûna xizantiyê xebatan bike û li ser vê esasê bi saziyên neteweyî û navneteweyî re dibe ku hevkarî were kirin.

2- Ji bo dawîbûna xizantiyê mebestên ku di qada navneteqeyî de hatine diyarkirin, li qada herêmî were kirin.

3- Divê di serî de hukimet û rêveberiyên herêmî, saziyên sivîl jî di nav xebatan de cih bigre û li tevahiya Tirkiyeyê divê girîngiya dawîbûna xizantiyê were vegotin.

4- Pêşxistina hevgirtina civakî were zêdekirin.

5- Ji bo dawîbûna xizantiyê pêkanîna xebatên pêşxistina herdemî.

6- Ji bo kesên xizan re alîkariyên xwarin, lixwekirin, tenduristî, perwerdehî, şewat û mal were dayîn.

7- Ji bo dawîbûna xizaniyê, pêkanîna projeyên demdirêj

“Nexşeya Xizaniyê” hat çekirin

Mebesta ewil ew e ku divê were tespîtkirn ka li ku derê bajêr xizantî zêde ye ku were çareserkirn. Komeleyê piştî damezirandinê ji bo tespîtkirina vî, li qadê dest bi xebatên lêkolînê kirin. Ji bo qada lêkolînê jî 5 taxên di nav sînorên 4 navçeyan de hatin bijartin.

Taxên bijartî wiha bû: Taxa Gurdoganê (Yenişehir), Fatihpaşa (Sûr), Huzurevleri û Peyas (Peyas), Korhat (Rêzan).

Li van taxan bi zêdeyî kesên ku di salên 90î de ji gundên xwe hatibûn derxistin hebûn. Li van taxan bi awayekî zelal dixwiya ku gel feqîr û malen tê de jî, ne saxlem in.

45 anketoran xebat û lêkolînên qadê di sala 2006an de li taxa Gurdoganê dan destpêkirin.

Xebatên li 5 taxan di Sibata 2007an de bi dawî bû. Ligel 5 hezar û 706 malbatan re hevdîtîn hatin kirin.

Pêdiviya sereke “xwarin”

Di ankete de 45 pirs hebû. Di pirsan de rewşa 5 hezar û 706 malbatan di warê ewlehiya sîgorte, perwerdehî, tenduristî, û mal de hat lêkolînkirin.

Di encamê de gelek agahiyên girîng derketin holê. Ji bo pirsa “pêdiviya we ya sereke çiye?” re herî zêde bersive “xwarin”ê hat dayîn. (Tabloya 3) Ev bersiva dayî jî bi serê xwe her tiştî derxistibû holê ji xwe.

Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Sarmaşikê Şerîf Camci dibêje bi taybetî ev daxwaz ji hêla jinan tê kirin.

“Ji ber ku malbat ji ber şer û koçberiya bi darê zorê perçe bûbûn. Êdî malxoyê malê jin bûn. Jin jî pere na, xurek dixwaztin.Ji hêla din ve dibe ku jinan dixwest ku pereyê were dayîn ji hêla meran ve li derve neye xerckirin û bo vê xurek dixwaztin.”

Hejmara hemû malan

5 706

Nifûs

36 215

Hejmara jinan

17 974

Hejmara mêran

18 241

Bi îstatîstîkî hejmara kesên di her xaniyekê de

6,3

Malbatên qet “dahatiya” wan nîn e

Sedema zêdebûna daxwaza xurekê ew e ku feqîrî pir zêde ye û jiyana di sînorê birçîbûnê de li wan rewa tê dîtin. Serdema Kanûna 2006an-Sibata 2007an de meaşê herî kêm li Tirkiyeyê 403.03 TL bû. Lêbelê lêkolînan da nişan da ku (tqbloyq 4) ji sisêyan du malbat ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin, di bin vê mehaneyê de ne. Hewl didin bi wî awayî bijîn.

 

Hejmara Xaniyan

%

Xurek

1 743

38,3

Kinc

208

4,5

Kirê

558

12,3

Tenduristî

240

5,3

Şewat

312

6,9

Perwerdehî

292

6,4

Xwarina rojane

123

2,7

Eşyayên malê

189

4,2

Kar

882

19,4

Tevahî

4 547

100

Encamên lêkolînê ya herî girîng jî ew e ku “ti dahatiyên bi sedan malbatan nîn e”. Destpêkê de dema encamên lêkolînên li taxên Fatihpaşa û Gurdoganê derket olê di medyayê de cih girt, raya giştî matmayî ma. “Mijara malbatên “qet dahatiyên wan nîn e” demek dirêj di rojevê de cih girt.

 Dahatî

Hejmara malan

%

Kumulatif %

 Dahatiya wan

    nîn e

309

5,4

5,4

 1-50 ytl

64

1,1

6,5

 51-150 ytl

916

16,1

22,6

 151-250 ytl

807

14,1

36,7

 251-350 ytl

1 419

24,9

61,6

 351-500 ytl 

1 258

22

83,6

 501 ytl-zêdetir

933

16,4

100

Tevahî

5 706

100

100

Di wan rojan de TUIKê jî mesrefên sînorên birçîbûn û feqîrbûnê diyar kir. Di daxuyaniya TUIKê dayî de wiha hat gotin: “Dahatiyê 10 hezar kesan ya rojane di bin 1 dolarê de ye.”

Dîsa di wê demê de nivîsa Nazmî Belge ya derbarê lêkolîna Sarmaşikê de, li Radikalê de hat weşandin. Di nivîsa bi navê “Were feqîrtiyê li Amedê bibine” de helwesta Enqereyê ya derbarê xizanan û xizantiyê de wiha hatibû rexnekirin:

 “Agahiyên TUIKê ya derbarê sînorê birçîbûn û xizaniyê de “bi awayekî îstatîstîkî” tê diyarkirin, bo vê yekê gel guhê xwe nade vê yekê. Ji bo dîtina îstatîskên dahatiyê ya navbera xizan û dewlemendan de were dîtin, divê bi kesên “herî li jir” re rû bi rû bin.

“Em dibêjin ka yan agahiyên TUIKê yan jî çavên me, me dixapînin. Heqîqet li taxên Fatihpaşa û Gurdogan di malen yekode de, kesên ku ji her sîgorte û mafê bêpar in, dijîn.

Xeteriya Birçîbûnê “Bankeya Xurekan” derxist holê

Lêkolîna ku li 5 taxan ji hêla Sarmaşikê ve hat kirin, qasê raya giştî xebatkarên komeleyê jî matmayî kiribû. Derket holê ku li navenda Amedê eger yek danek jî alîkarî neye dayîn, wê tehlûkeya birçîbûnê derkeve holê. Ji ber vê pilansaziya komeleyê guherî. Xebatê li qadê û raporkirin li alîkî ma û komele “ji bo mirov ji birçîbûnê nemirin” dest bi xebatan kir. Bi gotina Serokê Komeleyê Camci: “Xebatkarên komeleyê encamê lêkolînên 2007an de derket holê dan pêşiya xwe û biryar da ku “Bankeya Xurekê” were avakirin.”

Pêvajoya hevgirtinê bi vî awayî dest pê kir.

 

Ev xizanî çawa derket holê?

Yek ji bajarên ku di salên dawî de rêjeya kesên bêkar herî zêde ye Amed e. Her çiqas rastiya agahiyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê were nîqaşkirin jî, rêjeya xizanî û betalbûnê ya heft salên dawî, nişan dide ka li Amed û Rihayê d içi astê de ye. (2010: %13,1, 2011: %8,4,  2012: %12,4 ,  2013: %17,5, 2014: %17.4,  2015: %17.5, 2016: %17,2)

Rêjeya xizaniyê her diçe zêdetir dibe.

Sal

Nifûs

1980

778 hezar û 150

1990

1 milyon û 094  hezar û 996

1997

1 milyon û 282 hezar û 678

2000

1 milyon û 362 hezar û 708

2007

1 milyon û 460 hezar û 714

2008

1 milyon û 492 hezar û 828

2009

1 milyon û 515 hezar û 011

2010

1 milyon û 528 hezar û 958

2011

1 milyon û 570 hezar û 943

2012

1 milyon û 592 hezar û 167

2013

1 milyon û 607 hezar û 437

2014

1 milyon û 635 hezar û 048

2015

1 milyon û 654 hezar û 196

2016

1 milyon û 673 hezar 119

Koçberiya salên 90î

Sosyolog Aybûr Zengeralp diyar dike ku sedema sereke ya xizaniya li herêmê koçberiya di salên 90î de ku ji ber şer û pevçûnan pêk hatiye ye û wiha dibêje:

“Bi destpêkirina şerên dijwar ve, welatiyên gundan ber bi bajaran ve koç kirin. Ka bînin ber çavên xwe ku bi hezaran gund hatine valakirin. Ni hezaran însan li gundan sewal xwedî dikirin û hilberîn dikirin. Ev yek ziyaneke mezin da aboriya welat jî .

“Yanê pirsgirêkek dibe sedema pirsgirêka din. Bi zêdeyî koç li bajaran tê kirin û kapasite jî ranake. Ev yek jî dibe pirsgirêka perwerdehî, tenduristî, îstîxdamê hwd. Dawiyê de pirsgirêk wisa dibe ku mirov nikare ji nav derkeve.

Yên li du mane

Zengeralp dibêje di salên 1980an de nifûsa navend û navçeyên Amedê 700 hezar bûye, lêbelê ji salên 2000î şûnde ev hekmar gihiştiye 1.5 milyonê.

Li gorî agahiyên Sarmaşikê “Ji ber koçberiya bi darê zorê nifûsa Amedê di nav 20 salan de ji 350 hezaran bûye zêdetirî milyonek.”

Li gorî lêkolîna Enstîtuya Etutên Nifûsê ya Zanîngeha Hacettepeyê k udi sala 2006an de hatiye kirin, kesên bi zorê koçber bûne %96ê wan malên xwe, %93ê wan zeviyên xwe, %97ê wan bax û baxçeyên xwe, %96ê wan hacetên xwe yên hilberînê, %83ê wan jî sewalên xwe hiştin û koç kirin.”

Yanê kesên koçê bajaran kirin, hemû debara xwe jî li du xwe hiştin.

Ji bo çareseriyê divê pirsgirêka sereke ji holê were rakirin

Sosyolog Aynûr Zengeralp dibêje kesên ku koçê Amedê kirine, ji ber xizanî û tinebûna kar ji vir jî careke din koç dikin û diçin metropolên rojhilat.

“Bi vî awayî koçkirin ji bo kesên xizan re dewam dike. Di vê pêvajoyê de tişta ku qet naguher e ew e ku hemû hukimet rewşa wan kesan baş dikin mijara siyaseta xwe. Ji vê yekê re dibêjin “politikaya destvekirinê”.

“Ji bo çareseriya vê pirsgirêka mezin divê pirsgirêka sereke were çareserkirin. Divê şer û pevçûn bi dawî bibe. Eger wiha nebe, projeyên aboriyê li herêmê tenê bi kêrî girsaya navend tê. Yanê yê ji xwe”

(NY-SK/HU/HK)

 ***

ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE

1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in

2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye 

3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn

4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê

5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê

6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk

7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin

8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê

9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin

10- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin

11- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin

12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin

13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin

14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin

15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da

* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.

 

 


Amed - Navenda Nûçeyan a BIAyê

28 Nîsan 2017, În

Nurhak Yılmaz
Sertaç Kayar