Celal Talabanî koça dawî kir

Nûçeya koça dawî ya Celal Talabanî ji hêla televizyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kurdsatê ve hat piştrastkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne

Siyasetmedarê Kurd û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî koça dawî kir.

Nûçeya koça dawî ya Talabaniyî berê li ser medyaya civakî hat belavkirin, paşê jî Kurdsatê televizyona YNKyê piştrast kir ku Celal Talabanî li Berlîna Almanyayê koça dawî kiriye. 

Talabaniyî demeke dirêje ji ber rewşa tenduristiya xirab dihate dermankirin û nûçeyên koça dawî ya wî di demên dawî de dihatin belavkirin. Dihate îdiakirin ku Talabanî miriye lê ji bo ku rojeva referandûmê neguherîne ji raya giştî re nehatiye aşkerekirin.

Talabaniyî di 18yê Kanûna Paşiyê ya 2012yê de krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tenduristiyê têk çû. Ji bo dermankirinê ew biribûn Almanyayê. Di sala 2014yê de ew careke din vegerandibûn Herêma Kurdistanê. Dema erka wî ya serokomariyê di 24ê Tîrmeha 2014yê de qediya.

Celal Talabanî kî ye?

Di sala 1933yê de li gundê Kelkanê yê nêzîkî Hewlêrê ji dayik bûye.

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

Pêşiyê di nava Komîteya Navendî ya PDKyê de cî girt. Demekê weke rojnamevanan kar kir. Piştî şoreşa 1958ê di artêşa Iraqê de rêveberiya yekîtiya tangan kir. Di sala 1961yê de beşdarî nava refên serhildêrên Kurdan kir.

ji 1976ê, dema avakirina wê heta roja îro serokê YNKyê bû.

Di navbera salên 2005 û 2014yê de serokomariya Iraqê kiriye.

YNKya Talabanî

Celal Talabanî aşkere kiribû ku wê YNKyê bibe partiyese sosyalîst û wê dijî polîtîkaya xeta êlî ya PDKyê derbikevin.

Piştî avakirina YNKyê bi salekê li hemberî hikûmeta Iraqê dest bi şerê çekdarî kir. Komkujiya Halepçeyê ya di sala 1988yê de bu sedema astengiya pêşketina bizava Talabanîyî. Piştî salên 1980yî Tirkiyeyê piştevaniya Barzaniyî, Îranê jî ya Talabaniyî kir. Talabanî piştî komkujiya Halepçeyê derbasî Îranê bû. Li herêmê têkoşîna di navbera YNK û PDKyê bi qasî 30 salan berdewam kir. (HK/FD)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

03 Çiriya Pêşiyê 2017, Sêşem