Di sê salên dawiyê de pênc rojnamegerên biyanî li Tirkiyeyê hatine kuştin

Rêxistinên sivîl diyar dikin ku Tirkiye ji bo rojnamegerên biyanî ûne cihekê ewle ye.

Ji bo nûçeya tirkî  bitikîne

Piştî ku Cemal Kaşikçiyê rojnameger li Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê hat kuştin, li Tirkiyeyê kuştina rojnamegerên biyanî di rojevê de cih girt.

Rêxistinên sivîl diyar dikin ku Tirkiye ji bo rojnamegerên biyanî ûne cihekê ewle ye.

Bixwîne - Li Tirkiyeyê 123 rojnameger girtî ne

30ê Çiriya Pêşiyê li bajarê Rûhayê du rojnamegerên ji Sûriyeyê yên bi navê İbrahim Abdulkadir û Firaz Hamadi hatinekuştin.

27ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê rojnamegerekê ji Sûriyeyê yê bi navê Naji El Jerf dema ku li ser caddeyeka Dîlokê dimeşiya hin êrîşkaran gulle lê reşandine.

Li Stenbolê hat kuştin

22yê Îlona 2017ê Halla Barakata rojnameger digel bavê xwe Orouba Barakat li Ûskûdara Stenbolê hatine kuştin.

Rojnamegerê ji Erebistana Siûdiyê 2yê Çiriya Paşiyê piştî çûyî Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê derneket. Paşê diyar bû ku ew li wê derê hatiye kuştin.

Ne ewle ye

Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Gokkhan Durmuşî diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegerên biyanî ne cihekê ewle ye. Her roj hin rojnameger ji Tirkiyeyê têne derêxistin û tehdîtkirin.

(EMK/MB)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

24 Çiriya Pêşiyê 2018, Çarşem

Evrim Kepenek