00:02 nûkirina paşiyê
Ji Bo Bûltena Bianetê Bibe Abone
facebook twitter rss youtube
  • BİANET
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Özel Dosyalar
  • BİAMAG
    1. Anasayfa
    2. Yazılar
    3. Yazarlar
    4. Galeriler
    5. Bia Kitaplığı
  • KURDÎ
    1. Destpêk
    2. Nûçe
    3. Nivîskar
    4. Galerî
    5. Têkilî
  • ENGLISH
    1. Homepage
    2. News-Articles
    3. Bylines
    4. Galleries
    5. About Us
  • KADIN-LGBTİ
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Erkek Şiddeti-Çetele
    4. Şiddete Uğrarsanız
    5. Bağlantılar
  • ÇOCUK
    1. Anasayfa
    2. Haber Listesi
    3. Yazarlar
    4. Çocuklardan
    5. Bağlantılar

Lîsteya Nûçeyan

  • Bianet
  • Biamag
  • Kurdî
  • English
  • Kadın
  • Çocuk

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne

Li bajarên Reqqa, Girê Spî, Minbic û Tebqayê yên li Bakurê Sûriyeyê di çend hefteyên dawiyê de çend kuştinên failên wan nediyar çêbûne. Li gorî zanyariyên duh li ser malpera Rêxistina Çavdêriya il Mafên Mirovan a Sûriyeyê, cesedê kesekî bi cil û bergên leşkerî li ser rêya El Mansûrayê hatiye dîtin ku li rojavayê Reqqayê dikeve. Li gorî heman zanyariyan tê texmînkirin ev ker sîxurê istixbaratê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e.

Omer Allûş jî hatibû kuştin

15ê Adarê di encama sûîqestekê de yek ji rêveberên Konseya Sivîl a Reqqayê Omer Allûş hatibû kuştin. Li gorî nûçeya Associated Pressê (AP) Allûş li mala xwe ya li Girê Sipî hatiye kuştin. Allûş yek ji wan kesan bû ku li Sûriyeyê di sazkirina polîtîkayên piştî DAIŞê yên DYAyê roleke girîng dilîst. Ajansê di heman nûçeyê de cî daye nêrînên Foza Yûsif Hevseroka Lijneya Rêveberiyê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê.

Yûsifê sûîqest bi gotinên “derbeyek li ser tevgera Ereban û Kurdan û aştiya civakî ya piştî têkbirina DAIŞê” nirxandiye û diyar kiriye ku Allûş di avakirina konseya bajarê Reqqayê û pêşxistina têgihiştina jiyana wekhev ya li Girê Spî, Reqqa û Tebqayê rolekî gelekî girîng dilîst. Foza Yûsifê Tirkiye berpirsiyarê sûîqestê dibîne.

Sûîqest li hemberî Berdevkê Konseya Leşkerî yê Minbicê pêk hatiye

Piştî kuştina Allûşî, 17ê Adarê Şervan Derwîş Berdevkê Konseya Leşkerî yê Minbicê rastî sûîqestekê hat. Du gule li Derwîşî ket û bi birîndarî ew rakirin nexweşxaneyê.

Li ser ihtimala êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Minbicê, meha kanûna paşiyê Derwîş axivî bû û wiha gotibû, “Em amade ne ku bersiva her cure êrîşan bidin. Helbet di mijara parastina li ser Minbicê de koordînasyona me û hevpeymana navnetewî berdewam dike.”

Li Tebqayê parêzerek hatiye kuştin

Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya li Mafên Mirovan li Sûriyeyê 17yê Sibatê li Tebqayê parêzer ji hêla hin kesên nediyar ve li mala xwe hat kuştin. Li gorî heman zanyariyê tê texmînkirin ku ev kes ji serwîsa istixbaratê ya HSDyê ye û beriya niha di vekişîna DAIŞê ya ji Tebqayê de navbeynkarî kiriye. (ŞA/FD)

* Fotograf: Omer Allûş (yê berbiçavk û porsî) bi xizmê şervanekî HSDyê re ku şervan li Reqqayê hatiye kuştin. (Çavkanî: AP)

Li Sûriyeyê di hefteyên dawiyê de sûîqestên siyasî pêk hatine
Di çend hefteyên borî de endamekî Konseya Bajêr ê Reqqayê jî di nav de 3 kes di encama sûîqestan de hatine kuştin. Berdevkê Konseya Leşkerî yê Minbicê jî di encama sûîqestekê de birîndar bûye.
Şahin Artan Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê 28 Adar 2018, Çarşem 16:13
Vê nûçeyê bi maîlê parve bike.
Kapat

Miftegotin

  • DAİŞ
  • Tirkiye
  • minbic
  • Minbîc
  • reqqa
  • HSD
  • minbiç
  • Tebqa
  • Ömer Alluş
  • Fewza Yûsif
  • Omer Allûş
  • Girê Spî
  • Şervan Derwîş

Nivîsên Pirxwendî Yên Îro

  • Yekem nivîsa yekem rojnameya kurdî 23 Nîsan 2018
  • Demirtaş bi daxwaza girtinê sewqî dadweriyê hat kirin 04 Çiriya Paşiyê 2016
  • Hat îdiakirin ku DAIŞê 2 leşkerên tirk kuştine 23 Kanûna Paşiyê 2016
  • Li 13 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin 31 Tebax 2016
  • Vedat Tûrkalî dê di 1ê Îlonê-Roja Aştiyê de bê binaxkirin 30 Tebax 2016
  • BİANET
  • BİAMAG
  • KURDÎ
  • ENGLISH
  • KADIN-LGBTİ
  • ÇOCUK
YeniHayat Bilişim

Ev malper ji aliyê Weqfa IPSyê ve, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA), bi projeya ‘Rojnamegeriya ji bo gelan, azadiya ji bo rojnamegeran’ a bi kurtenavê BİA3yê weşanê dike. Berpirsa naveroka malperê bi tenê Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, bi ti awayî SIDA ne berpirsa naverokê ye.