
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
30ê Îlonê li Geverê dema zarokekî bi teqemeniyekê dileyîst teqemenî lê teqîya û mir. Wekîlê Partiya Komerê ya Gelî(CHP) Sezgîn Tanrikûlûyî li ser bûyerê pirsnameyek da meclîsê.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokekê 5 salî yê bi navê Umut Kozav û birayê wî Erhan Kozavê 7 salî dema bi teqemeniya wan li erdê dîtî dileyîstin, teqemenî li wan teqîya.
Sezgîn Tanrikûlûyî eşkere kir li gor daxuyaniya Walîtîya Colemêrgê “ew teqemenî jibermayîyên operasyoneka leşkerî ne.”
Tanrikûlûyî xwest bersiva pirsnameyê serokwezîrê Bînalî Yildirim bide. Hin pirsên pirsnameyê ev in:
*Gelo teqemenî ji kîjan cûrreyên teqemeniyan bû?
*Gelo ji bo paqijkirina mayin û teqemeniyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatî xebatek tê kirin?
*Di 10 salên paşiyê de çend kes bi mayinan mirine, navê wan çi ne û ji kîjan navçe û bajaran in?
(EKN/MB)
Nivîsên Pirxwendî Yên Îro
-
Parêzer jî tê de kesên li cemgehê hatin girtin 20 Kanûna Paşiyê 2016
-
Rûsya: Bersiva êrîşeke nû wê dijwartir be 16 Nîsan 2018
-
Polîsan hevseroka rêxistina Kadikoyê ya HDPyê desteser kir 20 Kanûna Paşiyê 2017
-
Sîmir Rûdan: Albûmçêkirin belko ji zarokçêkirinê zehmettir be 27 Çiriya Paşiyê 2017