SEROKÊ BAROYA AMEDÊ, AHMET OZMEN
“Biryara Dadgeha Bilind a li ser ‘sempatiyê’ biryareka emsal e”
Dadgeha Bilind biryar da ku ‘sempatî ji bo endambûna rêxistinekê ne delîlek e” Ahmet Ozmenê serokê BAROyê diyar kir ev biryar “biryareka emsal e.”
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind biryar da ku ‘sempatî ji bo endambûna rêxistinekê ne delîlek e” Ahmet Ozmenê serokê BAROya Amedê diyar kir ev biryar “biryareka emsal e.”
Di 26ê Çiriya Pêşiyê de Dadgeha Bilind biryara li ser “sempatîyê” eşkere kir. Piştî biryara Dadgeha Bilind, serdozgerê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Yûksel Kocamanî got:
“Ez ne hemfikir im. Ez hêvîdar im ku dê biguhere.”
Serokê BAROya Amedê, Ahmet Ozmenî eşkere kir ku Dadgeha Bilind biryareka li gor qanûnan daye.
“Dadgeha herêmî dikare guh bide vê biryara Dadgeha Bilind an jî piştguh bike. Heke Dadgeha Herêmî guh nede vê biryarê, Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind dê biryara dawîn bide.”(AS/MB)
Nivîsên wî/wê yên din
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
3 Cotmeh 2023
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
20 Îlon 2023
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
5 Îlon 2023
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
13 Hezîran 2023
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
27 Sibat 2023