Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Fîlîstînê 17ê Nîsanê her sal weke “Roja Girtiyên Fîlîstînê” tê yadkirin.
Di 3,5 mehên sala 2023an de, nêzîkî 2 hezar 300 kes ku di nav wan de zêdetirî 350 zarok jî hene hatine desteserkirin ango girtin. Piraniya wan ji Rojhilatê Qûdûsê bûne.
Îsraîlê di sala 2022an de 882 zarok û ji sala 1967an vir ve jî derdora 50 hezar zarokên fîlîstînî desteser kirine.
Ji 4 hezar û 900 girtiyên Filistînî yên ku di girtîgehên Îsraîlê de ne 160 jê zarok in.
Hejmara girtiyên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn 554 e û nêzî 700 girtiyên nexweş hene.
Rêxistinên mafên mirovan ên fîlîstînî aşkere kirine ku rêjeya binpêkirinên mafên mirovan, girtin, desteserkirin û polîtîkayên zextên li girtîgehan ên Îsraîlê yên li dijî Filistîniyan zêdebûne. Her weha rêxistinan gotine ew şahidê van binpêkirinan ne.
(AS/AY)