Fotograf: Evrîm Aydin- Enqere / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê Partiya Tevgera Netewperest(MHP) li meclîsê di civîna koma partiya xwe de axiviye.
Bahçelî xwestiye ku fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de demildest ji bo dengdanê were pêşkeşkirin û weha gotiye:
“Hefteya rabirdû fezlekeyên têkildarî 21 parlamenteran hat parlamentoyê. Fezlekeyên ku di Komîsyona Têkel ya Parlamentoyê de hatine sekinandin divê demildest bîne Cıvata Giştî û divê demildest parêzbendiya parlamenterên biguman yên ku bi gotin û tevgerên xwe yên cûdaxwaz, rûxîner û li dijî dewlet û millet in, were rakirin. Ev şertê jêveneger yê exlaqê siyaset û hiqûqê ye.
“Dadgeha Destûrî di serlêdana şexsî ya Omer Farûk Gergelîoglûyê HDPyî de biryar daye ku mafê wî hatiye binpêkirin û tehliya wî xwestiye. Wate weke Berberoglûyê CHPyî ji bo vegere ser wezîfeyê rê ji Gergerlîoglûyî re jî vebûye.
Bahçelî piştgiriya xwe ji bo Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî aşkere kiriye û gotiye:
“Kê gotiye birêz Soylû bitenê ye? Kê gotiye birêz Soylû bêkes e?”
“Em MHP ne, em tifaqa Cûmhûr in. An em ê alîgirê yekitî û bi hev re bûnê bin an jî em ê berbi pêşerojekî bi pir şerî ve biçin. An em ê berdewamiya biratiyê bixwazin an jî em ê rûxandinekî giran bide berçavan.”
(AS/AY)