Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê gotiye ku “Tirkiyeyê, Sûriye dagir kiriye”. Îranê diyar kiriye ku “Ji bo alozî kêm bibe em amadene Peymana Edeneyê pêk bînin.
Ji welatên Rojhilata Navîn ta yên Rojhilata Dûr gelek welatan bertek nîşanî operasyonê dane.
Rinne, Serokwezîrê Fînlandiyayê operasyona li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê şermezar kiriye û gotiye wan firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê daye sekinandin.
Mala Spî diyar kiriye ku Donald Trump, Serokê DYAyê derbarê operasyonê de daxuyanî daye û wiha gotiye: “Vê sibê Tirkiye, endamê NATOyê Sûriye dagir kiriye. Welatên Yekgirtî vê êrîşî erê nake û ji Tirkiyeyê re bi awayekî zelal hatiye gotin ku ev operasyon ne karekî baş e.”
Trumpî paşê ji rojnamegeran re gotiye, “Heke Erdogan kurdan qir bike, ez ê ekonomiya wan têk bibim.”
Dimitri Peskov, Berdevkê Kremlînê gotiye, “Me hay ji çalakiyên ku Tirkiye ji bo ewlehiya xwe distîne dizanin û qebûl dikin.
“Temasên di mijara leşkerî û istixbaratî yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de xurt in û bi rêk û pêk in.”
Cewad Zerîf, Wezîrê Karûbarê Derve li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo DYAyê gotiye, “dagirkerên cihê wan nîne” li Sûriyeyê.
Zarîf her weha gotiye ku em amade ne Peymana Edeneyê pêk bînin.
Maya Kocijancic, Berdevka Komisyona Ewropayê piştî ku operasyonê dest pê kiriye axiviye û wiha gotiye: “Em metirsiyên rewa yên Tirkiyeyê fam dikin lê weke ku beriya niha jî Yekîtiya Ewropay3e gotiye çareseriya mayînde ya pevçûnê bi rêyên leşkerî wê pêk neyê.”
Ulrike Demmer: Berdevka Serokwezîrtiyê gotiye ev rewşa Sûriyeyê ya ji ber şer serobino bûye, piştî “vê operasyona leşkerî ya yek alî” wê bêaramîyê zêdetir bibe.
Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê gotiye ku bila Tirkiye xwe ji hemû liv û tevgerên yek alî yên wê bandora neyênî li têkoşîna li dijî DAIŞê bike, dûr bixe.
Panos Moumtzis, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) gotiye ew amade ne ku koordînasyonê ji nêz ve bi Tirkiyeyê re pêk bînin.
Her weha Mîrektiya Erebî, Urdin, Kanada, Japonya, Estonya, Belarûz, Ermenistan, Erebistana Siûdiyê û Yewnanistanê jî bertek dane operasyona Tirkiyeyê ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê. (PT/FD)