* Fotograf: Sora Shimazaki / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Rapora xwe ya Cezayê Mirinê ya 2020an aşkere kiriye. Li gorî rapora rêxistinê di van sê salên dawî de hejmara cezayên mirinê di deh salên dawiyê de daketiye asta herî hindik.
Digel ku di asta cîhanî de meyla kêmbûnê di pêkanîna cezayê darvekirinê de heye, li hin welatan berovajî vê rewşê ye.
Li gorî raporê ji sedî 90ê darvekirinan Çîn ne tê de li Rojhilita Navîn û Afrîkaya Bakur pêk hatine.
Pênc welatên ku di sala 2020an de herî zêde mirov dar ve kirine ev in: Çîn (zêdetirî ji hezarî), Îran (herî hindik 246), Misir (herî hindik 107), Iraq (herî hindik 45), Erebistana Siûdiyê (27).
Par 16 jin hatine darvekirin.
Di sala 2020an de li gorî zanyariyên li ber dest herî hindik 483 kes hatine darvekirin. (Çîn, Koreya Bakur, Suriye û Vîetnam daneyên derbarê darvekirinan de weke sirên dewletê dihesibînin û parve nakin. Ji ber wê ye ku di nava vê hejmarê de hejmarên van çar welatan nînin).
Ev hejmar kêmtirîn hejmarên 10 salên dawî ne ku Rêxistine Efûyê ya Navnetewî wan tomar dike.
Li gorî sala 2019ê ji sedî 26, li gorî sala 2015ê jî ji sedî 70ê kêm bûye ku di sala 2015ê de hezar û 634 kes hatibûn darvekirin. (AS/FD)