Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê ku Rûsyayê di 24ê Sibatê de li dijî Ukraynayê dabû destpêkirin ji îro pê ve şeş mehên xwe qedandiye. Ji aliyê din ve rojnameger ji destpêka hewldana dagirkirinê ya Rûsyayê ve li gelek cihên welat û eniyên şer nûçeyan radigihînin.
Lêbelê rojnamegerên ku nebûne aliyekî şer ev 6 meh in weke hedef hatine nîşandan. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji 28ê Sibatê ve 8, li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) 12 rojnameger dema şerê li Ukraynayê şopandine hatine kuştin.
RSF û CPJyê artêşa Rûsyayê weke berpirsyarê kuştina hemû rojnamegeran nîşan dane.
RSFê di vê pêvajoyê de 46 êrişên ku li dijî zêdetirî 100 rojnamegeran pêk hatine, kiriye rapor. RSFê ev êrîşana weke sûcên şer pênase kiriye û serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û Serdozgeriya Ukraynayê daye.
Li gorî RSFê rojnamegerên ku hatine kuştin ev in:
CPJyê jî mirina 12 rojnamegeran ragihandiye. Her weha lêkolînê dike ku mirina 3 kesan bi rojnamegeriya wan ve girêdayî ye yan na.
Her wiha CPJyê banga parastina nûçegîhanên ku şer dişopîne ji Ukraynayê kiriye. Navên rojnamegerên ku li Ûkraynayê mirine yên CPJê aşkere kiriye ev in:
CPJ di heman demê de lêkolînê dike ku ka van kesên hatine kuştin û navên wan li jêrin girêdana wan a rojnamegeriyê hene yan na:
(HA/AY)