Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM), aşkere kiriye ku di navbera meha Kanûna Paşiyê û ya Hezîranê de herî hindik hezar û 146 penaber dema xwesine biçin Ewropayê di behrê de fetisîne û mirine.
Rêxistinê diyar kiriye ku ev hejmar du qatan ji hejmara 6 mehên destpêkê yên sala 2020an du qatan zêdetir e.
Li gorî par hejmara kesên ku vê rêyê diceribînin ji sedî 56 zêdetir bûye.
Safa Msehli, Berdevkê IOMê gotiye ku "nabe ev mirov wiha di vê rêyâ ewqas xeter di bitenê bên hiştin."
Msehliyî nebûna operasyonên rizgarkirin û lêgerînên pêşbir ên bi pêşekiya welatên Ewropayê yên di nava behrên navnetewî de û astengiyên li ber saziyên sivîl weke sedema mirina koçberan nîşan daye.
IOMê rêya behrê ya di navbera Libya û Îtalyayê de ya herî xeternak nîşan daye ku 741 penaber li vir can dabûn. Saziyê her weha diyar kiriye ku li Okyanûsyaya Atlantîkê ya di navbera Afrîkaya Bakûr û Gravên Kanaryayê ya Ispanyayê de herî hindik 250, li ser rêya Rojavayê Behra Spî herî hindik 149 û li ser rêya Rojhilatê Behra Spî ya diçe Yewnanistanê jî herî hindik 6 penaber mirine.
IOMê gotiye ku gelek qeza nayên tespîtkirin û dibe ku hejmara miriyan zêdetir be û ji welatên peywendîdar xwestiye ku li gorî berpirsiyariyên xwe yên ji ber hiqûqa navnetewî ne, bicih bikin. (KÖ/FD)