Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) û Koma Lêkolîna Enflasyonê(ENAG) ku weke alternatîfa TUIKê ji aliyê aborînas û akademîsyenan ve hatiye sazkirin, îro daneyên xwe aşkere kirine.
ENAGê ragihandiye ku di meha Nîsanê de rêjeya enflasyonê ji sedî 156,86 e û weke mehane jî ji sedî 8,86 e.
Li gorî ENAGê, di komên xerckirinê yên sereke yên TUIKê de zêdebûna herî mezin di ‘cil û berg û pêlavan’ de bûye. Di meha Nîsanê de buhayê koma cil û bergan û pêlavan ji sedî 13,81 zêde bûye.
Piştî vê buhayê xaniyan ji sedî 11,51, buhayê xizmet û kel û pêlên cûr bi cûe ji sedî 9,36, vexwarinên bêalkol û xurek ji sedî 9,31 û buhayê otel û xwaringehan ji sedî 8,63 zêde bûye.
Di komên çand, şahî û tenduristiyê de jî ji sedî 0,14 daşikandin çêbûye.
Berhemên ku meha bihurî herî zêde buhayê wan zêde bûne gaza xwezayî bûye û bi rêjeya ji sedî 35,39, tîşort bi rêjeya ji sedî 25,39, amûrên metbaxê yên teflonê ji sedî 24, şîr bi rêjeya ji sedî 22, rûnê guldankê ji sedî 20,83 û mast jî ji sedî 20,61 bû.
Nisan ayı, seçilmiş ürünler fiyat endeksi artış oranı: pic.twitter.com/kuQvTOgM09
— ENAG (@ENAGRUP) May 5, 2022
Bi ENAGê re TUIKê jî îro daneyên enflasyonê aşkere kiribû. Li gorî daneyên TUIKê di meha Nîsanê de rêjeya zêdebûnê li gorî meha berê ji sedî 7,25 bûye û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 69,97 bûye.(HA/AY)