Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Salnameya Dêra Suryaniyan 29ê Hezîranê roja yadkirina Mor Favlûs û Mor Fetrûs e. Suryaniyên ku di wê rojê de çûne serdana goristanên li perestgehê ne, dîtine ku gor hatine hilweşandin û hestî avêtin derve.
Suryaniyên ku ji ber qedexeyên pandemiyê nêzî 3 sal in nikarin biçin Perestgehê, nizanin êrîş kengî pêk hatiye.
Yek ji niştecihên ku di roja bîranînê de hestiyên ku hatine avêtin dîtiye weha gotiye:
“Dema ku em ketin nav tirbeyên qadîyan ku jii bo di Roja Bîranîna Mor Fetrus û Mor Favlus de mûman pêxin û dueyan bikin, me dît ku gor bi hovîtî hatin hilweşandin û hestiyên mirîyên ezîz hatine avêtin û em gelek bi vê xemgîn bûn.”
Di goran de jî dev ji miriyên me bernadin. Ev kiryara hovane li ol û çanda me heqareteke mezin e. Em vê kiryara hovane şermezar dikin."
Gundiyan diyar kirine ku ji ber êrîşê bandorekî xirap li wan çêbûye û destnîşan kirine ku dibe ku ev êrîş bi armanca xezîneyê hatibe kirin.
(TY/AY)