Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku O. F. D yê ku li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê leşkeriya neçar dikir, xwe kuştiye.
Hatiye diyarkirin ku O. F. D ji Rihayê ye û tengezar bûye.
Li gorî nûçeya di malpera Şanlıurfa63yê de hatiye belavkirin, O. F. D 7ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) roja yekşemê ketiye Ezmûna Hilbijartina Karmendan (KPSS).
Cenazeyê O. F. D ji bo otopsiyê birine morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî lêkolînê, dane malbata wî. Her weha derbarê îdiayên xwekuştinê de lêpirsînname hatiye amadekirin.
Dîsa hatiye aşkerekirin ku beriya mirina O. F. Dyî bi du rojan, 14ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) H. Ayê ji Herana Rihayê xwe kuştiye.
Li gorî zanyariyan H. A dema ji leşkeriyê destûr standiye û çûye Heranê xwe kuştiye.
Malpera Şanlıurfa63yê ji bo H. Ayî jî îdia kiriye ku pirsgirêkên wî yê psîkolojîk hebûye û H. A li goristana gund hatiye binaxkirin. (EKN/FD)