Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz, têkildarî zarokên di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mirine, li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Kaçmaz diyar kiriye ku di êrîşên hewayî yên ku ji serê meha Tebaxê ve ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine destpêkirin de di nava kesên mirine de 8 zarok hene û 24 zarok jî birîndar bûne.”
Kaçmaz di daxuyaniya xwe de agahiyên zarokên ku mirine parve kiriye:
Kaçmaz temen û navên zarokên di heman êrîşa hewayî de birîndar bûne jî parve kiriye.
“Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞê ev êrîş piştrast kiriye û şermezar kiribû. Ev zarokana piştî êrîşên SÎHA(Firokeyên biçek yên bê mirov)yan mirine.”
“Ez bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikim ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes erka xwe pêk bîne.”
“Divê hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşên ku zarok tê de tên qetilkirin helwesteke zelal nîşan bidin.”
“Dîsa divê Meclîs li dijî van êrîşên ku zarok hatin qetilkirin lêpirsînê bide destpêkirin.”
“Her wiha em bang li sazî û dezgehên sivîl ên ku di warê mafên zarokan de dixebitin jî dikin ku li hemberî zarokên ku di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mirine û birîndar bûne bêdeng nemînin.”
Hevserokê Komîsyona Zarokan a HDPê Kaçmaz diyar kiriye ku divê Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê ya Neteweyî têkildarî zarokên ku ji ber êrîşên mirine daxuyaniyekê bidin. Her weha destnîşan kiriye ku divê berpirsyarên vî sûcî bên eşkerekirin.(AO/AY)