Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Sarisaç, derbarê leşkerên ku li navçeya Elbaka Wanê di dema desteserkirina welatiyekî de gule berdane hewayê û jin derb kirin de, pirsnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Sarisaç di pêşnûmeyê de ev pirs ji Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû pirsîne:
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê di civîna koma partiya xwe de ev mijar aniye ziman û gotiye:
“Duh dîsa li gundê Xaşkan ê Elbak a Wanê di dema binçavkirina kesekî de dîmenên sosret derketin holê ku hemû cîhan heyîrî ma. Em şaş nebûn ji ber ku desthilatdariyê bi vê rêbazê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir. Em vê wehşetê şermezar dikin. Em baş dizanin ku dixwazin gel bitirsînin û bêzar bikin. Lê ya herî baş em dizanin ew e ku ev desthilatdarî ji tirsan diricife, dilerize. Nikare derkeve pêşberî gel û hêzên ewlekariyê dişîne. Lê divê baş bizanin ku kesekî nekarî serî li vî gelî bide tewandin û dê nekarin jî. Hûn dê nekarin wan teslîm bigirin. Dê ev kampanyaya we ya bi çekan dê dawiya we bîne.”
Li Wanê leşkeran dema welatiyek desteser kiriye gule berbi hewa reşandiye. Li ser bertekan Walitiyê ev daxuyanî daye: “De dema zeftkirina şexsekî de leşkeran gule berbi hewa reşandiye û ev ji aliyê hin hesabên medya civakî de cûda hatiye nişandan.”
(AO/AY)