Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egitim-Sen) Rapora Zayendperestiyê ya dawiya salê aşkere kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku newekheviyên di navbera zarokên keç û kur de û istismara zayendî ya li hemberî zarokan zêdetir bûye.
Hin xalên ku di raporê de derketine pêş wiha ne:
* Rêjeya kesên diçin dibistana seretayî di salên 2016-2017ê de ji sedî 91,2 bûye. Ev rêje di sala 2017-2018ê de derketiye ji sedî 91,5. Ji sedî 91,7 zarokên keç, ji sedî 91,4 jî zarokên kur bûne.
* Rêjeya kesên diçin dibistana navîn, di salên 2016-2017ê de ji sedî 95,7 bûye. Ev rêje di sala 2017-2018ê de dakiteye ji sedî 94,5ê. Ev rêje ji bo zarokên keç ji sedî 94,7, ji bo zarokên kur ji sedî 94,3 ye.
* Rêjeya kesên diçin lîse û zanîngehê, di salên 2016-2017ê de ji sedî 82,5 bûye, ev rêje di sala 2017-2018ê de ji sedî 83,6 ye. Di navbera zarokên keç û kur de rêje gelekî nêzî hev in, ku ji sedî 83,4 keç, ji sedî 83,8 jî kur in.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li welatên Rêxistina Hevkarî û Geşepêdana Aboriyê (OECD) asta perwerdehiya mêran ji ya jinan kêmtir e lê li Tirkiyeyê rewş berovaciyê vê rewşê ye:
* Li Tirkiyeyê sala 2017ê, rêjeya jinên ku di demeke zû de dest ji perwerdeyê berdan e, ji sedî 34 bûye. Ev rêje di nava mêran de ji sedî 31 bûye.
* Li Tirkiyeyê di nava kesên temenê wan di navbera 25-34an de ji sedî 47ê jinan perwerdeya lîseyê nestindine, ev rêje di nava mêran de ji sedî 42 bûye.
* Li gorî rapora Sûcên Nefretdariyê yên Bingeha Xwe ji Homofobî û Transfobiyê Distînin ya 2017ê; 117 sûcên nefretdariyê li hemberî kesên LGBTI+ hatine kirin ku 23 ji wan li hemberî kesên LGBTI+ yên temenê biçûk de çêbûne. Ji 23 sûcan ji 10 sûc li dibistanan hatine kirin. (EMK/FD)