Piştî ku dest danîn ser mazbataya Şaredarê Bajarê Wanê Abdullah Zeydan li gelek bajaran xwepêşandan hat kirin. Polîsan midaxeleyî xwepêşandanan kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Şirnex û Îzmîrê 89 kes hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, li Wanê 26, li Geverê 29, li Colemêrgê 9, li Sêrtê 4, li Êlihê 5, li Şirnexê 10 û li Îzmîrê 6, bi giştî 89 kes hatine desteserkirin.
(AS/AY)