Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Burgazadaya Stenbolê, Girava Marmarayê ya Balikesîrê û Tavşanliya Kutahyayê agirî girtiye daristanan. Agirê li Tavşanliyê hêj nehatiye kontrolkirin.
Ji ber belavbûna agirî 60 malên li Girava Marmarayê bar kirine.
Şaredarê giravên Stenbolê Erdem Gulî ji Haberturk TVyê re diyar kiriye ku agir di bin kontrolê da ye. Helîkopterên agirkujîyê agirî vedimirînin.
Walîyê Balikesîrê Ersin Yazıcıyî diyar kiriye ku bi agirî ya kêm 30 kes birîndar bûne û 100 heywan mirine.
Agirê li Tavşanliyê li cihekê 80 hektarî belav bûye." (EMK/MB)
*Wêne û nûçe: AA