Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Îranê îro hilbijartina serokomariyê birêve diçe ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî weke namzet e.
Li gel Rûhanî yê reformîst 3 namzetên din jî di hilbijartinê de ji bo bibin serokomar pêşbirkê dikin.
Dozgerî kevn û alimê muhafazakar Îbrahîm Reîsî weke hevrikê mezin ê Rûhanî tê binavkirin.
Reîsî weke nêzîkî serokê olî yê Îranî Ayetûllah Elî Hamaney tê naskirin.
Namzetên din jî ultra-muhafazakar Mistefa Mirsalîm û reformîst Mistefa Haşemîtaba ne.
Konseya Parastinê ya Destûra Bingehîn ji bo beşdarî hilbijartinê bibe serdana 6 namzetan qebûl kiribûn. Lê du namzet Şaredarê Tehrane Mûhammed Bakir û Alîkarê Serokomar Îshaq Cihangirî hefteya borî ji namzetiyê vekişiyabûn.
Bakir ji bo Reîsî, Cihangirî ji bo Rûhanî ji namzetiyê vekişiyabûn.
Serokomarê berê Mahmûd Ahmedînejad beriya ku fermiyeta namzetan bê diyarkirin li ser pêşniyara serokê olî Ayetûllah Hamaneyî dest ji namzetiyê berdabû.
Di hilbijartinê de heke ku ti namzet sedî 50 derbas nekin hefteyeke din wê tûra duyemîn a hilbijartinê lidar bikeve. (YY/FD)
Çavkanî: Sputnik News, BBC Tirkî, Deutsche Welle