Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber Roja Aştîyê ya Cîhanî, 1ê Îlonê li bajarên wek Amed, Izmîr, Enqere û Stenbolê bernameyên roja aştîyê dê bêne pêkanîn.
Walîtîyên Amed, Wan û Antalyayê daxuyandiye ku li mîtîngên aştiyê gotinên “qeyûm”,”qesir” û “derbe” qedexe ne.
*Li Amedê mîtînga bi navê “Çareseriya Demokratîk a Ji bo Aştiyeka Birûmet” dê li Meydana Îstasyonê siet 15.00ê bê pêkanîn.
*Li Meydana Kartalê ya Stenbolê, bername dê siet 12.00ê dest pê bike.
*Bernameya li Meydana Gundogduyê ya Izmîrê dê siet 18.00ê dest pê bike.
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.
(AS/MB)