Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), li Manhattana New Yorkê êrîşkarekî êrîşî welatiyan kir. Bi êrîş 8 kes mirin 11 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyeka fermî rewşa birîndaran baş e.
Suspect named in the NYC terror attack https://t.co/IVwsSnr3XD pic.twitter.com/A4PsU4GsKv
— CBS Evening News (@CBSEveningNews) 31 Ekim 2017
Midûrê Emniyeta New Yorkê, James O'Neillî eşkere kir ku ew kesê êrîş kirî mêrekê 29 salî ye û di bin çavdêriya polîsan de bû.
Li gor medyaya Amerîkayê ew kesê êrîş kirî kesekê bi navê Sayfullo Saipov e.
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî li ser bûyerê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî:
In NYC, looks like another attack by a very sick and deranged person. Law enforcement is following this closely. NOT IN THE U.S.A.!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) 31 Ekim 2017
“Welê dixweyî ku li New Yorkê kesekê gellek nexweş û derûniya wî têkçûyî êrîş kiriye. Hêzên parastinê li ser bûyerê lêkolînan dikolin. Çênabe tiştên bi vî awayî li Amerîkayê hebin.”(PT/MB)
Çavkanî: BBC, Sputnik, Reuters