Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Şîlîyê piştî tûndkarîya polîsan li xwenîşanderan kirî, xwenîşanderan malpera polîsan hack kiriye û agahiyên tê de li înternetê belav kiriye.
Xwenîşanderan nexşeyek çêkiriye û yek bi yek navnîşana polîsan tê de nîşan kiriye.
Bixwîne - Li Şiliyê xwenîşandan berdewam dikin
Gelek kesan hikumeta serokê dewletê, Sebastian Pinerayî protesto kiriye.
Li Santiagoya paytexta Şîlîyê piştî zêdekirina heqê veguhestinê (heqê rê) protesto hatibûn kirin. Di protestoyan de 8 kes miribûn.
Li gelek herêman qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di hatîye eşkere kirin ku heta niha di protestoyan de 15 kes mirine, 84 kes birîndar bûne û ji 2 hezarî zêdetir kes hatine girtin.
(HA/MB)