Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Steffen Seibert Berdevkê Hikûmeta Federal li ser hesabê xwe yê Twitterê fotografekî derbarê hevdîtina Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Dilek Mayatürk Yücelê par ve kir. Seibertî aşkere kir ku Merkel û hevjîna Yücelî di hevdîtinê de li ser rewşa girtîtiya Yücelî axivîn ku 8 meh e îdianameya derbarê wî de nehatiye amadekirin.
Deniz Yücel nûçegîhanê Tirkiyeyê yê rojnameya Die Weltê di çarçoveya lêpirsîna derbarê nûçeyên li ser maîlên Berat Albayrak Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Siruştî de 14ê Sibatê hatibû desteserkirin ku bi xwe çûbû îfadeyê bide.
Di 27ê Sibatê de hatibû girtin û ji wê rojê heta niha cezayê hucreyê lê birî ne. Li ser navê Yücelî parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû û dadgehê ji Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaz kiribû ku xwe bi parêz e. Duh dema ku dadgehê dabû Tirkiyeyê bi dawî hat. (PT/FD)