Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Celal Çelîk Parêzerê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî hat desteserkirin.
Endamê Lijneya Disiplîna Bilind ê CHPyê Celal Çelîk bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna “Rêxistina Terorê ya Fethullahiyan” (FETO) de li Enqereyê hat desteserkirin.
Çelîk li Dadgeha Bilind Dadwer bû û wî di sala 2011yê de bi gotina “Hiqûq qediya ye” dest ji karê dadweriyê berda bû. (EKN/FD)