Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsekê bi navê O.Y. li Silopyayê di 3yê Gulanê de li xaniyekê dabû û du zarokên di xanîyî de, Muhammed Yildirimê 7 salî û birayî wî Furkan Yildirimê 6 salî kuştibûn.
Dadgehê di yekem rûniştina dadkirinê de polîs tehlîye kir.
Bixwîne - Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Li Dadgeha Cizîrê ya Cezayên Giran ji bo polîsê navborî û fermandarê wî M.M. doz hatibû vekirin. Polîsê O.Y. diyar kiribû wî belgeya bikarhînana wesayitên zirxkirî nîne.
Bixwîne - Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Dadgehê şeva dî biryar da û bersûc da tehlîyekirin. Polîsê li dîwarê xaniyê welatiyan dayî, diyar kir ku ti qusûrên wî nîne.
Li taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 3yê Gulanê de panzera polîsan a bizirx ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn li dîwarê xaniyekî da û ket nava malê.
Panzêrê piştî ku dîwar rûxand û heta nava odeyê çû û di encamê de bû sebeba kuştina Muhammed Yildirimê 7 salî û birayî wê Furkan Yildirimê 6 salî.
Li ser bûyerê HDPyê ji Wezareta Karên Navxweyî û Walîtiya Şirnexê pirsî: “Weke ku şahidên bûyerê îdia dikin, gelo raste ku polîsên wesayita bi navê akrepê bikar dianîn serxweş bûn an na?(AS/MB)