Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeheka Stenbolê edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê(ETHA), Semîha Şehin û nûçegihana wê ajasê Pinar Gayip digel çar kesên dî dad kiriye. Dadgehê daxwaza berdana herdu rojnamegeran qebûl nekiriye.
Dogerê Dadgeha Cezayên Giran a 23. a Stenbolê diyar kiriye ku dosyeyên dadkirina herdu rojnamegeran nehatine temamkirin ji ber wê divê rojnameger neyên berdan. Dadgehê daxwaza dozgerî qebûl kiriye.
Parêzerên rojnamegeran xwestine ku rojnameger bêne berdan lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiriye.
13ê Nîsanê siet 02.00ê şevê, polîsan herdu rojnameger li mala wan desteser kirine. 19ê Nîsanê dadgeha Stenbolê biryara girtina wan daye.
Semîha Şahin bi sûcê “ endambûna rêxistinê û propagandakirin” tê dadkirin, Pinar Gayip bi sûcê “endambûna rêxistinê tê dadkirin.
Li gor Rapora Çavdêriye Li Medyayê ya BIAyê 127 rojnameger li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne.
(BK/MB)
*Me ji bo vê nûçeyê ji Punto24 Dava Takipê agahî berhev kirine.