Fotograf: Rojnameya Aftonbladetê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger, nivîskar û rêxistinên çapemenî û weşangeriyê yên swêdî daxuyaniyek weşandiye. Wan di daxuyaniyê de bal kişandiye li ser daxwaza Tirkiyeyê ya li beramberî serlêdana Swêdê ya ji bo bikaribe bibe endamê NATOyê. Rojnameger û nivîskaran gotiye: “Ti weşangerî radestî Erdoganî nekin.”
Tirkiyeyê ji Swêd û Fînlandiyayê xwestibû ku li beramberî serlêdana wan a endamtiya NATOyê, 9 kesan radestî wan bike.
Rojnameya Aftonbladetê ya Swêdî daxuyaniya hevbeş weşandiye û bibîr xistiye ku Tirkiye ji bo endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê pesend bike, hin daxwaz pêşkêş kirine. Yek ji van daxwazan jî radestkirina hin nivîskar, rojnameger û weşangerên Tirkiyeyî ye ku xwe spartine Swêdê.
Nivîskar û rojnamegeran di daxuyaniyê de gotiye ku ev daxwaz “ne tenê ji nava kesên bi armanca azadiya çapemenî û xweîfadekirinê kar dikin de, her weha di nava hemû Swêdê de endîşe û acizbûneke mafdar ava kiriye.”
Di berdewama daxuyaniyê de gotine, “Êdî ne tiştekî veşartiye ku Serokomar Erdoganî demokrasî ji holê rakiriye û serweriya hiqûqî di raboriyê de maye.”
(SD/FD)