Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameya Ciner Grupê ya bi navê Haberturk, diyar kiribû ku ew ê îro(05.07.2018) jimara dawiyê ya rojname çap bike, jimara dawiyê îro hatiye çapkirin.
Rojnameya Haberturkê 1ê Adara 2009ê dest bi weşanê kiribû.
Ciner Gruba xwediya rojnameya Haberturkê, diyar kiribû ku ew ê 5ê Tîrmehê roja Înê weşana çapkirî ya rojnameya Haberturkê bisekinîne.
Cinerê ji bo girtina rojnameyê ji bo xebatkarên xwe nameyek şandiye û diyar kiriye, maliyeta rojnameyê zêde bûne-dahat kêm bûne ji ber wê rojnameya Haberturkê dê weşana xwe li ser înternetê bidomîne.
Bixwîne - Berpirsê HaberTurk TVyê hatiye desteserkirin
Ciner Holdîng herweha xwediya televizyonên Show TV, Habertük TV û Blommberg HT ye. Ev demek bû ku dihat îdiakirin rojname dê weşana xwe ya li ser kaxezan bisekinîne. Birêvebirê Ciner Medyayê agahî bi nameyekê piştrast kiriye.
(HA/MB)