Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di Hilbijartinên Hollandayê de partiya serokê dewletê, Mark Rutte ya bi navê VVD(Partiya Azadî Demokrasîya ji bo Gelan) bi ser keft.
Li gor encamên nefermî ji 150 kursîyên parlamentoyê, VVDyê 33 kursî bi destên xwe ve aniye.
VVDyê di hilbijartina berê de 41 kursî bi dest xistibûn.
Partiya Azadîyê(PVV) ya ku li dijî Îslamê û penaberan e, 20 kursî bi dest xistine. Biserkeftineka mezin ji PVVyê dihat hêvîkirin.
PVVyê di hilbijartina berê de 15 kursî bi dest xistibûn.
Şirîka hikûmetê, Partiya Karkeran(PvdA) şikest û 9 kursî standin, wê di hilbijartina ji beriya vê hilbijartinê de 38 kursî standibûn.
Di hilbijartina paşiyê de rêjeya hilbijêrên beşdariya hilbijartinê kirîn zêde bûye. 1114 berbijar bi 28 partîyan beşdarî hilbijartinê bûne.
Di hilbijartina 2012ê de ji sedî 74,5 beşdarî hilbijartinê bûbûn, beşariya hilbijartinê bûye ji sedî 82.
Ji bo Hikûmeta Hollandayê, bikare dest bi karê xwe bike divê 76 parlamenter dengî bidinê. Li gor encamên destpêkê welê dixwehî ku ji bo çêkirina hikûmetê koalîsyon dê bê kirin. (YY/MB)