Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya serlêdanên ji bo Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî destpê kiriye. Metîn Goktepe, nûçegîhanê rojnameya Evrenselê, dema nûçe dişopand polîsan ew desteser kiribûn û di desteserkirî can dabû. Pêşbirk bi armanca ku Goktepeyî bibîr bînin û rojnamegerên ciwan arasteyî nûçegîhaniya rastiyan nîşan didin bikin tê li dar xistin.
Pêşbirk cara yekem di sala 1998an de hatibû li dar xistin ku îsal cara 24an e wê pêk were. Îsal endamên juriyê ev kes in: Ceren Sozeri, Celal Başlangıç, Ferhat Çelik, Guray Oz, Kumru Başer, Nazim Alpman, Ozlem Akarsu Çelik, Sevda Karaca.
Serlêdan heta 10ê Adarê wê qebûl bibin
Pêşbirk di beşên Nûçe (nivîskî-dîtbarî), Fotograf û Rojnamegeriya Herêmî de wê pêk were û şertên serlêdanê wiha ne:
Kesên serlêdanê bikin divê kurtejiyana xwe, zanyariyên xwe yên ragihandinê û fotografekî xwe heta 14ê Adara 2021ê bişînin [email protected]ê.
Xelat whe di 10ê Nîsana 2021ê de werin dayîn.
(SO/FD)