Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Hopayê, nivîskar û aktivîstê jîngehê Cemîl Aksû bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya civakî hat girtin.
Aksû 19ê Çiriya Pêşiyê di operasyonên li ser Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de tevlî hevjîna xwe Nûrcan Vayîş Aksû Seroka ESPya Hopayê hatibû desteserkirin.
Aksû piştî îfadeyê serbest mabû, lê hevjîna wî Vayîç Aksû piştî 4 rojan desteserkirî mabû, 24ê Çiriya Pêşiyê bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatibû girtin.
Dozgeriyê îtiraz li biryara serbestiya Aksûyî kir û Aksû dema ji bo îfadeyê çû Edliyeya Hopayê bi sûcê “pesindana sûç û sûcdaran” hat girtin. Aksû şandin Girtîgeha Artvînê.
Malbata Aksû xwedî zarokekî 6 salî yê ku navê wî Arev e.
Di 19yê Çiriya Pêşiyê de li hemberî endamên ESPyê operasyon hat lidarxistin. Li Stenbolê 15 hatin desteserkirin ku rojnameger û parêzer jî di nav de bûn.
Di heman demê de li Hopa navçeya Artvînê Nûrcan Vayîç Aksû jî hat desteserkirin.
Komekê xwest desteserkirinan protesto bike û li Hopayê daxuyaniya çapemeniyê bide lê polîsan bi cop û gazê êrîş bir ser wan. 12 kes hatin desteserkirin
Endamê ESPyê Efraîm Vayîç jî hat desteserkirin û di 23yê Çiriya Pêşiyê de hat girtin.
Aksû endamê Lijneya Weşanê yê Kovara Çanda Gor-Hemşînê ye.
Di sala 1996ê de bi sûcdariyên polîtîk hat girtin û sala 2004ê serbest ma. Piştî serbestiyê beşa Rêveberiya Civakê ya Zanîngeha Anadolûyê qedand.
Di beşa Felsefe ya Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê de master kir.
Di navbera salên 2008 û 2011yê de edîtoriya kovara Bir Yaşamê kir. Di mijarên weke dîroka herêmî, nasname, ekolojî û siyaseta sosyalîst de nivîs weşand. (TP/FD)