Vê hefteyê li Tirkiyeyê 2 jê xwemalî 4 fîlm wê bikevin vizyonê.
Derhêneriya fîlma "Bêdenge"yê Derrîck Borte dike û di fîlmê da Russell Crowe, Caren Pistorius, Gabriel Bateman, Anne Leighton û Jimmi Simpson dilîzin.
Senaryoya fîlmê Carl Ellsworth nivîsiye û fîlm di cureya tirs û aksiyonê da hatiye kişandin. Di fîlmê da qala çîroka Rachelê dikin, Rachel di trafîkê da bi yekî ra dikeve niqaşê li ser vê ew kes dikeve pey Rachelê.
Derhêneriya fîlma "Mr. Lînk: Efsaneya Windayî" Chris Butler dike. Fîlm di cureya anîmasyonê da hatiye kişandin û fîlmê xelata Golden Globeyê ya "Anîmasyona Herî Serkeftî" sitandiye.
Di fîlmê da qala Mr. Lînkê demeke dirêj e eqrebeyên xwe nedîtiye li wan digere, Sîr Lîonel Frostê kaşif û Adelîna Fortnîghta maceraperest jî bi Mr. Lînk ra rêwîtiyê dikin.
Di fîlma "El-Zebir"ê da qala serpêhatiyên Tugbaya di piçûktiyê da hin tiştên xirab hatine serî û aciziyên wê dîsa derdikevin holê dikin.
Derhêneriya fîlmê Sînan Uzun dike û d fîlmê da Mustafa Kara, Cemalettîn Çekmece, Ada Mural, Elîs Buşra Kiliç û Cemal Aşkin Alpçetîn dilîzin.
Di fîlma "Hecîbeg, Kelha Dawîn" da Deren Talu, Aleksandr Sokolov û Yurdaer Okur dilîzin û di fîlmê da qala çîroka eşq û şer a li Hecîbega kelha dawîn a Osmaniyan dikin.
Fîlm di heyama şerê Osmaniyan û Ûrisan a sedsala 18an da derbas dibe, dewleta Osmaniyan û Qzaxên Tuna Sîçiyê ji bo Kelha Hecîbeg têkoşînê didin.
Fîlm li Odessaya bajarê Ukraynayê bi hevkariya Tirkiye, Ukrayna û Gurcistanê hatiye kişandin. Derhêneriya fîlmê Konstantin Konovalov dike. (FD)