Fotograf: Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî / Twitter
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî wê salvegera xwe bi bernameyeke taybet pîroz bike.
Bernameya pîrozkirinê wê li Stenbolê, li avahiya Weqfê ya li Taksîma Stenbolê pêk bê. Îsmaîl Beşîkçî , Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfê Îbrahîm Gurbuz , endamên lijneya rêveberiyê, dost û dildarên weqfê wê beşdarî bernameyê bibin. Bername wê 7ê Kanûna Paşiyê roja şemiyê saet di 15.00ê de pêk bê û hunermend Berfîn Aktay û Mihemedê Serhedî wê bernameyê bi rêve bibin.
Li ser navê Dr. Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe li ser xebatên kurdî, bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî di sala 2011an de hatiye avakirin.
Koleksîyona şexsî ya Beşîkçî jî di nav de 12 hezar pirtûk, 800 kovarên cuda û arşîva ku nêzî 3 hezar hejmarî ku ji 97 rojnameyên cuda pêk tên, bi navê pirtûkxaneya lêkolînê ya WÎBê ji xwînerên xwe re vekiriye. Şax û pirtûkxaneyeke weqfê li Amedê ji sala 2014an û bi vir de xebatên xwe dimeşîne.
Heta îroj li gel gelek panel, semîner, civîn, kargeh û akademîyan di sala 2013an de yekemîn konferansa xebatên Kurdî yên navneteweyî li dar xistiye.
Li gel hemû berhemên Beşîkciyî weqf gelek berhemên qada xebatên kurdî digihîne xwînerên xwe û ji 2017an vir ve bi heman kesan û lijneya xwe ya weşanê kovara ''Kürt Tarihi'' derdixe. (FD)