Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye û aşkere kiriye ku heta niha milyon û 748 hezar û 567 kes bi Covîd-19ê ketine.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 206 hezar û 202 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 424 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 5 hezar û 918 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 220 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 232 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 943 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan milyon û 748 hezar û 567e. Her weha 15 hezar û 751 kes mirine. 452 hezar û 593 kes jî baş bûne.
Li gorî daneyên Worldometersê Tirkiye di hijmara pêketiyan de li cîhanê di rêza 8em de ye.
Di saet 22.40an pê ve li DYAyê 15 mîlyon û 907 hezar û 929 nexweş hatine tespîtkirin. Li Hindistanê 9 milyon û 795 hezar û 572, Brezîlya 6 milyon û 735 hezar û 373, Rûsya 2 mîlyon û 569 hezar û 126, Fransa 2 milyon û 337 hezar û 966, Brîtanya milyon û 787 hezar û 783, İtalya milyon û 787 hezar û 147 û li Tirkiyeyê jî milyon û 748 hezar û 567 nexweş hatiye tespîtkirin.
(EKN/AY)