7. Hefteya Rûmeta Transan bi dirûşma ‘Bexwedan û Aştî’ dest pê dike
Ji bo nûçeya Tirkî
Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê ku wê organîzeyê pêk tîne, daxuyaniya xwe de got: ‘Em ê di çarçoveya hefteyê de bi panel û atolyeyan derbarê qadên xwe yên berxwedanê de nîqaşan pêk bînin û li ser aştiyê biaxivin. Di bin banê xeyala dinyayeke ku hewca bo berxwedanê nîne de, em ê werin cem hev. Em bangî li hemû kesên li dijî transfobiyê ne re dikin ku li hemberî kapîtalîzmê, faşîzmê, nijadperestiyê, ferqmeyiliya cinsiyê û li dijî zihniyeta erkê bila beşdarê meşê bibin. Ji bîr neke! Eger tu nebî, em kêm in!
Di çarçoveya hefteyê de gelek atolye, panel, nîşandana fîlman û performansan dê werin lidarxistin. Herwiha xişr û bazinên ku ji hêla kesên li mala transan dimînin ve hati çêkirin jî wê bi kokteyl û kermesek ve bên firotin.
7. Hefteya Rûmeta Transan wê di 19ê Hezîranê bi meşeke dawî bibe. Meş dê li Cadeya Îstiklalê li ber Konsulxaneya Fransayê dest pê bike.
7. Hefteya Rûmeta Transan – Civîna Çapemeniyê
Saet: 13:00 Cih: Komelaya Mafên Mirovan, Beyoglu
Ez bi bedena xwe re li hev têm – Tecrubeyên Sexê yên Transan
Saet: 19:00 Cih: Parqa Maçkayê
Moderator: Zelal Demir
14ê Hezîranê – Sêşem
Atolyaya Maskulen Materyalê ya Transan
Saet: 19:00 Cih: Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê
Têbinî: Tenê 20 kes dikarin berdar bibin.
Dîroka transemêran: Ji ku heta ku
Saet: 18:00 Cih: Aynali Geçit
Moderator: Behram Aras
Panelist: Berk Înan, Îlksen Gursoy
Qadeke Berxwedanê: Bicihbûn/Gula Mirtip û Mêvanxaneya Eylul Cansin
Saet: 18:00 Cih: Aynali Geçit
Moderator: Kivilcim Arat
Panelîst: Oyku Ay (Aktîvista Transên Serbixwe), Mor Çati, Ebru Kiranci (Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê)
Qadeke Berxedanê: Weke Hebûna Ji Nû Ve - Redkariya Wicdanî
Saet: 13:00 Cih: Aynali Geçit
Moderator: Ercan Jan Aktaş / Redkarê Wicdanî
Mafê Hatiye Binpêkirin: Trans û Hiqûq
Moderator: Kivilcim Arat
Panelîst: Prz. Eren Keskin, Prz. Bulent Kirdar, Prz. Metehan Arisoy
Kokteyl, Kermes û Nîşandana Filma Trans Butê
Saet: 19:00 Cih: Navenda Çanda Nazim Hikmet
Keda ku Nayê Dîtin: Karkeriya Sexsê
Saet: 13:00 Cih: Navenda Çanda Donkişot-Beyogluyê Pasaja Hazzo Pulo
Moderator: Deniz Tunç
Panelîst: Kemal Ordek (Kirmizi Şemsiye), Demet Yanardağ (Îzmîr Siyah Pmbe Uçgen)
Saet: 16:00 Cih: Navenda Çanda Donkişot-Beyogluyê Pasaja Hazzo Pulo
Panelîst: Fîliz Kerestecioglu (Parlamentera HDPê ya Stenbolê), Selîna Dogan (Parlamentera CHPê ya Stenbolê)
Nişandana Filma Trans X Istanbulê
Saet: 19:00 Cih: Navenda Çanda Nazim Hikmetê
7. Meşa Rûmeta Transan
Saet: 17:00 Cih: Li ber Konsulxaneya Fransayê