Namzetên DEM Partiyê: “Em ê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî esas bigirin”
Namzetên DEM Partiyê diyar kir ku “Em wek namzetên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclîsên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigirin.”