Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji bo beşdarî kampanyaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya derbarê hilbijartina 23yê Hezîranê bibe hatiye Stenbolê.
Turk li navçeya Beyoglûyê di dema bernameya Komeleya Kerboraniyan (DAR-DER) de wiha axivî: “Di 23yê Hezîranê de dema em çûn ser sindoqan em ê li îradeya xwe û rûmeta xwe xwedî derkevin. Tiştên ku hatiye serê gelê xwe em ji bîr nakin û em ê li vê bifikirin û dengên xwe bidin”.
Turkî li vir behsa pêvajoya hilbijartina 31ê Adarê û bûyerên piştî wê kir ku di encama hilbijartinê de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatibû hilbijartin. Turkî wiha berdewam kir: “Ne ji bo xatirê CHPyê, ne ji bo xatirê ti kesî. Bila bê zanîn ku kurd xwedî li xwe û rûmeta xwe derdikevin. Dengê me ji bo demokrasî û aştiyê ye.
Ahmet Türkî li ser pirsa bianetê derbarê peyama Abdullah Ocalanî, Rêberê PKKyê de jî axivî ku peyama Ocalanî duh di saetên şevê de Ajansa Anadolûyê (AA) weşandibû:
“Hewceyî şîroveya zêde nîne. Tiştên ku hatine gotin bes in. Helwesta me wê neguhere. Di helwesta me ya li ser hilbijêrên HDPyê de guhertin çênebe. Gelê kurd gelekî polîtîk e û dizane pêvajoyê fam bike. Divê şîrove zêde neyên kirin da ku tevlihevî çênebe.” (HC/FD)