Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî bi serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî re şeva dî civîya.
Li gor nûçeya Sevîl Erkuşê ya di Hurriyetê de herdu alî li ser van mijaran axivîne: Operasyonên li dijî DAIŞê, rewşa Mûsil û Telehferê, hêzên PKKyê yên li Iraqê, şandina Sûriyeyê ya Pêşmergeyên Rojavayê, firotina Îranê ya petrolê.
Tê zanîn ku rayedarên Yekîneyên Parastina Gel û Birêvebiriya Herêma Kurdistanê li ser şandina Pêşmergeyên Rojavayê axivîne. Tirkiye vê yekê dixwaze lê hêj Amerîka ne piştgira vê yekê ye.
Piştî Stenbolê Barzanî çû Enqereyê. Barzanîyî ji Rûdawê re gotiye “em li ser her tiştî axivîn.”
Alaya Herêma Kurdistanê li balafirgehan bi dîrekan ve hat dayin.
Ji bo hatina Serokê Herêmê bû cara yekê ku alaya Herêma Kurdistanê li balafirgehên Enqere û Stenbolê hat nîşandan. (EKN/MB)
Wêne: Kayhan Ozer – Stenbol / AA