Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
BOTAŞ(Şirketa Anonîm ya Xetên Boriyan û Veguhestina Petrolê) îro daye zanîn ku ji îro pê ve bihayê gaza şewatê ji bo malan ji sedî 9 ji bo sanayîyê ji sedî 18,5 zêde bûye.
Şirketê diyar kiriye ku maliyeta peydakirina gazê zêde bûye. Ji ber wê yekê wan jî bihayê gazê zêde kiriye.
Ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê nûçeya zêdebûna bihayê gazê çêkiriye lê ajansa fermî ya dewletê Ajansa Anadolûyê çênekiriye.
Şirketê di meha Tîrmehê de jî ji bo malan ji sedî 9 ji bo sanayîyê ji sedî 14 bihayê gazê zêde kiribû.
(EKN/MB)
Wêne: Pixabay