Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber nobedariya berpirsiyarîya weşanên Ozgûr Gûndemê, Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 14. Celal Başlangiçê rojnameger û berpirsê weşanên Ozgûr Gûndemê Înan Kizilkaya dad kirin.
Celal Başlangiçî tometên tometên ‘’pesindariya sûc û sûcdaran’’,’’Bi awayekê ‘elenî teşwîqkirina sûckirinê’’ û ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ red kirin.
Kizilkayayî jî diyar kiriye ku şertên girtîgehê gelek giran in, ji ber wê wî nekariye xweparastinekê amade bike û ji ber wê demekê ji bo amadekirina xweparastinê xwest.
Dadgehê biryar da dozê di 24ê Çiriya Paşiyê de, siet 10.10ê bi rê ve bibe.
Başlangiçî diyar kir ku ew ji ber binasên/sebebên siyasî tê tometbarkirin û got:
‘’Îro em dibînin ku Ozgûr Gûndemeka em bikarin nobedariya weşana wê jî bikin nehatiye hiştin... Ev yek jî diyar dike ka me çi qas karekê qenc kiriye.’’(ÇT/MB)