Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê û ya li Hemberî Kiryarên Dijmirovî ya Konseya Ewropayê (CPT), îro rapora xwe ya sala 2017ê aşkere kir.
Rapora Giştî ya Sala 2017ê ya CPTyê ji 60 rûpelan pêk tê û li gorî vê raporê, Tirkiye tekane endamê Konseya Ewrapoyê ye ku rapora xwe ya navendên desteserkirinê û girtîgehan aşkere nekiriye. 45 endamên Konseyê hene û tenê Tirkiyeyê rapora rapora xwe aşkere nekiriye.
Heyeta CPTyê herî dawî di navbera 4 û 13ê Nîsanê de serdana Tirkiyeyê kiribû ku bi awayekî jixweber pêk hatibû. Di dema vê serdanê de heyetê sardana nexweşxaneyên psîkiyatriyê û saziyên alîkariya civakî kiribû.
Hikûmetê destûr nedabû CPT wê raporê aşkere bike ku Çiriya Paşiyê ya 2016ê hatibû temamkirin û pêşkêşî rayedarên Tirkiyeyê kiribûn.
Heyeta pisporan a CPTyê serdana girtîgehên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê kiribû ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê gelek kesên girtî xistibûn van deran.
Li girtîgehên ewlehiya wan bilind ên bajarên cuda cuda yên Tirkiyeyê bi girtîyan re û li navendên bipaşdeşandinê bi penaberan re û li girtîgehên jin û zarokan bi girtiyan re axivîbûn.
CPTyê diyar kiriye ku ew hêvî dikin, hikûmet wê destûra belavkirina rapora Tirkiyeyê ya sala 2016ê û bersiva hikûmetê ya ji bo raporê bide.
Di beşa nirxandina giştî ya raporê de balkişandine ser girîngiya “rêya gilîkirinê ya derbarê kiryarên îşkenceyê” bê vekirin:
“Berpirsiyariya welatên Ewropayê heye ku, mirovên azadiya wan hatiye astengkirin, divê rê li ber gilîkirinê ya li girtîgehan, navendên polîsan, navendên bipaşdexandinan ên ji bo penaberan, li nexweşxaneyên psîkriyatrî û navendên din ên girtinê bê vekirin. Li hemberî kiryarên rûmetşikandinê û xirab ev tişt, mekanîzmayeke bergiriyê ya esasiye.
“Li hemû navendên girtinê yên li Ewropayê divê herkes karibe xwe bi hêsanî bigihîne mekanîzmaya gilîkirinê”. (AS/FD)
* Ji bo rapora Giştî ya sala 2017ê ya CPTyê bitikîne.
* Ji bo rapora Girtîgeha Îmraliyê ya ku CPTyê di 20ê Adarê de belav kiribû, bitikîne.