Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 19ê Kanûna Pêşiyê de bi êrîşekê li Berlîna Almanyayê 12 welatî hatibûn kuştin û ya kêm 49 welatî birîndar bûbûn. DAIŞê eşkere kir ku wê ew êrîş kiriye.
li gor nûçeya Deutsche Welleyê bersûcê ji Pakistanê serbest hatiye berdan. Bersûc Pakistanîyekê 23 salî ye. Dema teqîn çêbûyî ew ji cihê bûyerê reviyaye û li parqeka nêzîkê cihê bûyerê hatiye girtin.
Plaqeya TIRê ya Polonyayê ye. Tê texmînkirin ku ew kesê di TIRê de mirî êrîşkar û şofêrê TIRê ye.
Di 14ê Tîrmehê de li Fransayê êrîşeka bi vî rengî hatibû kirin. Êrîşa li Niceya Fransayê hatî kirin dişibe vê êrîşê.(YY/MB)