Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kongreya Gelên Demokratîk(HDK), Kongreya Asayî/Adetî ya 7. li Enqereyê pêk anî.
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) Kamûran Yûksek, Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk(KCD), parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Nadîr Yildirim, Besime Konca, Burcu Ozçelîk, Çağlar Demirel, Garo Paylan û Ayhan Bîlgen beşdar bûn.
Hevserokên HDPyê yên girtî, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê jî ji kongreyê re peyam şandin.
‘’Ez ji destpêkê ve bi têkoşîna jinan û îradeya wan silavan li we dikim. Ew tiştê ku qesrê digot Tirkiyeya nû ye, eşkere bû ku dîktatorî ye. Lê ji bo vê yekê divê pêşiyê ew têkoşîn û berxwedana jinan bişkênin. ‘’
‘’Ez ji destpêkê ve silavên xwe li kongreya we dikim. Ez hestên heskirinê ji bo hemî hevalan rêdikim. Ez bi hestên xwe, coş û baweriya xwe ya ji bo têkoşîn û biserkeftinê digel we me. Çar dîwaran ti caran ezma têkoşîna me têk nebiriye.’’(BK/MB)