Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitîkine
Li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4emîn daneşîna doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundemê birêve çû.
Bersûcên serbest Eren Keskîn, Necmîye Alpay û Asli Erdogan û yên girtî Kemal Sancili û Înan Kizilkaya beşdarî dadgehê bûn.
Nûnerên serkonsolosiyên Swêdî, Hollendî, Îngîlîz û Almanî û her wiha Rêxistina Efûyê ya Navdewletî dişopînin.
Di daneşînê de dokumanên ku hatine şandin hatin xwendin û daxwaza serbestiyê hatin standin.
Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsiyar ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya axivî û got: “Ez rojnameger im. Ez karekî aşkere û rewa dikim. Ez daxwaza serbestiya xwe dikim” û diyar kir ku di nûçeyên wî de ji bilî rêzikên rojnamegeriyê tiştekî din nikarin bibînin.
Asli Erdoganê jî diyar kir ku piştî ew hatiye girtin nivîsên wê yên di Ozgur Gundemê de hatine weşandin, ji bo Fransî hatine wergerandin û weke pirtûk hatiye çapkirin û gelek xelat wergirtiye. Erdogan wiha axivî: “Ji ber ku derbarê min de biryara qedexeya derketina derve heye ez nekarîbûm beşdarî 5 rêûresmên xelatê bibim û di van de nebûna min ji min bêhtir hatiye axavtin” û daxwaza rakirina biryara qedexeya derketina derve kir.
Heyeta dadgehê daxwazên serbestiyê qebûl nekirin lê biryara kontrola edlî ya Eren Keskînê û biryara qedexeya derketina derveyî welêt ya Asli Erdoganê û Necmiye Alpayê rakir.
Doz wê di 31ê Cotmeha 2017ê de berdewam bike.
(EA/FD)