Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dozgeriyê lêpirsînameyeke din ji bo Emîne Şenyaşarê amade kiriye ku li ber avahiya Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” pêk tîne.
Di 14ê Hezîrana 2018an de pasevan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildizê parlamenterê AKPyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê kuştibûn.
Li gorî nûçeya MAyê, serdozgeriyê ji ber gotinên wê yên di 31ê Gulana 2023yan de ango di roja 800î a çalakiya “Nobeta Edaletê” dema civîna çapemeniyê de kirine, dozgeriyê lêpirsîname ji bo Emîne Şenyaşar û 4 kesên beşdarî çalakiyê bûne, amade kiriye.
Dozgeriyê ji ber vê sedemê û bi hinceta ku “li dijî qanûna bi hejmara 2911ê derketine” xwestiye Emîne Şenyaşar û Hevserokê şaxa Rihayê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Mûstafa Vefa, Hevserokên şaxa Rihayê yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Meral Halat û Îbrahîm Halîl Oyke û Emîne Çetîner îfadeyên xwe bidin.
Di roja 800î a Nobeta Edaletê de Emîne Şenyaşarê li ber avahiya Edliyeya Rihayê civîneke çapemeniyê pek anîbû. Di dema civînê de pankarta “5 sal in em edaletê dixwazin” vekiribû.
Rêveberên Baroya Rihayê, IHD û OHDyê jî piştgirî dabûn çalakiyê.
Ji roja ku çalakiya Nobeda Edaletê destpê kiriye ango ji 9ê Adara 2021an heta niha, bi heman sedeman, 32 caran lêpirsîna Emîne Şenyaşarê hatiye kirin û 10 caran doz lê hatiye vekirin.
Bi îdiaya ku heqaret li Îbrahîm Halîl Yildizê AKPyî kiriye, Emîne Şenyaşar wê sibê li Dadgeha Asliye Cezayî ya 3yem a Rihayê, derkeve pêşberî dadgehê. (AS/FD)