Malpera Çandnameyê ya ku nivîs û nûçeyên li ser çandê belav dike, E-Kovareka sêmehane bi heman navî weşand.
Berpirs û xwediyê kovarê, Firat Bawerî ye û di lijneya weşana kovarê de; Paşa Amedî, Omer Bextiyar, Firat Bawerî, Abdullah Araf, Ridwan Xelîl hene. Bergsaz û rûpelsazê kovarê Ridwan Xelîl e.
Di Kovarê de helbesta "Helebçe"yê ya helbestkarê navdar, Berken Berehî jî cih digire.
Ji bo dîtina jimara yekem, vê dûvelankê bitikîne.
ÇAndnameyê jimara yekem ya E-Kovara Çandnameyê bi van gotinan daye nasîn:
“Koma me bi navê malpera “www.candname.com”ê ev du sal in di xizmeta gelê xwe de bû. Piştî tecrûbeya du salan bi hevalên ku malperê birêve dibin re me biryar da ku em bi navê malperê, e-kovarekê jî derxin û bo çand û zimanê Kurdî xizmeteke din jî bikin.
"Armanca malpera “çandname”yê ev bû ku beyî sîyasetê tenê bi çandê; ev çand çi çanda kevn û çi ya nû be, ji bo kelepora Kurdî bibe war û welatek û tê de bi rihetî û azadî geşt bibe. Di vî warî de, em ji hemû şopîner, xwîner û nivîskarên xwe re spasî û minetên xwe pêşkêş dikin ku ji destpêkê heta niha eleqeyek mezin nîşanî me dan. Mala wan hezar caran ava be.(MB)
Çavkanî: Çandname